Berdevkê fermî yê -Nusrayê li Idlibê hat kuştin

Di êrîşeke esmanî de, berdevkê fermî yê Eniya el-Nusrayê li Idlibê hat kuştin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Di êrîşeke esmanî de, berdevkê fermî yê Eniya el-Nusrayê li Idlibê hat kuştin.  

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand, ku berdevkê fermî yê Eniya el-Nusrayê (Baskê Qaidê li Sûriyê) Ebû Fîras el-Helebî û kurê wî ligel 20 çekdarên din di êrîşekê de li parêzgeha Idlîbê hate kuştin.

Herwiha rewqangehê ragihand jî, firokeyine nenas êrîşek esmanî li gundê Kefir Calis li rojavayê Idlibê li dijî Cund el-Eqsa û 2 êrîşên din li dijî pêgehên Cund Şam li bakurê Idlibê encam dan.

Di wan êrîşan de, Ebû Fîras el-Helebî û kurê wî û ligel 20 çekdaran hatin kuştin. Hejmarek mezin jî birîndar bûn.