Qamişlo: Fistivaleke helbestê birêve çû

Fistivaleke helbestê bi navê “Buhar” li bajarê Qamişlo ji aliyê Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê - Sûriya ve hate li dar xistin, bi armanca sivikkirina fişara derûnî li ser xelkên deverê, ligel tevlîbûna hindek hunermendên ku bi stranên xwe fistîval rengîn kirin.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/da4ea035-0d42-4cc1-9192-d87853832be8/vestval.ism/manifest

K24 – Qamişlo

Fistivaleke helbestê bi navê “Buhar” li bajarê Qamişlo ji aliyê Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê - Sûriya ve hate li dar xistin, bi armanca sivikkirina fişara derûnî li ser xelkên deverê, ligel tevlîbûna hindek hunermendên ku bi stranên xwe fistîval rengîn kirin. 
Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê - Sûriya şaxê bajarê Qamişlo di çarçoveya çalakiyên buharê de, fistivaleke helbestê bi navê buhar birêve birin, tê de hijmarek ji helbestvanên deverê helbestên xwe pêşkêşî beşdaran kirin.
Cîgirê Seroka Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê - Sûriya Luqman Yûsif ji K24ê re got: “Çend helbestvanên hilbijartî di fistivalê de beşdar bûn, me xwest vê fişara ser xelkên deverê hinekî rakin da ku milet bi jiyanê re jiyan bibe, Buhar li pêş e û em hêvî dikin her û her li pêş be.” 
Nêzî 15 helbestvanan tevlî fistivalê bûn û bi zimanê Erebî û Kurdî helbestên xwe xwendin, herweha fistival bi rêve çû bi stranên hindek hunermendan,ku moralên beşdaran xurt û bilind dikir.
Hunermend Ridwan Kinho (Çeleng) jî got: “Gava mirov awazekî ji helbestê re datîne, mîna ku ti rih û rawan didiyê, armanca me ji beşdariya vê fistivalê ku em hinekî piştgir bin ji helbestvanan re.”
helbestvan Anahîta Hemo deerbarê armanca fîstîvalê ji K24ê re got: “Armanc ji van helbest û fistivalan ew bû ku moralên xelkên deverê bilind û xurt bibe, çimkî jiyan zor bûye, koçberî, şer... zordariya jiyana rojane, em dixwazin jiyan hindekî were guhertin ji bo kesên li vir mayî.” 
Hindek rewşenbîrên deverê dibêjin ku tevgera helbestê li rojavayê kurdistanê di van salên dawî de,hatiye rawestandin, ew jî bi sedema rewşa aloz ku Rojavayê Kurdistanê tê de derbas dibe. Herwiha kêmbûna çalakiyên bi vî awayî ku di demên berê de li cihê geşt û seyranan li dar diketin, bandoreke neyênî li tevgera helbest û helbestvanan bi tevayî kiriye.