Li Nisêbînê 200 balexane ji dûr ve tên rûxandin

Biryar hate dayîn ku li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê bang li niştecihan bê kirin ku navçeyê vala bikin û piştre jî 200 balexane ji dûr ve bên rûxandin.

K24 – Nanenda Nûçeyan

Biryar hate dayîn ku li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê bang li niştecihan bê kirin ku navçeyê vala bikin û piştre jî  200 balexane ji dûr ve bên rûxandin.

Hêzên ewlehiya Tirkiyê li navçeya Nisêbînê şêwaza şer guhertin. Biryar hate dayîn ku herî kêm 200 balexaneyên navçeyê ji dûr ve dê werin rûxandin.

Beriya du rojan Serokomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan got, divê li Nisêbînê bang li gel bê kirin ku navçeyê vala bikin û pişt re jî ji dûr ve avahî bên hilweşandin.

Li gorî nûçeya rojnameya Huriyetê, bo hevehengiya operasyonan parêzgarê Mêrdînê ji erkê tê dûrxistin û hemû erkên operasyonê dewrê efserê leşkerî tê kirin.

Li gorî raporê, li navçeyê 300 endamên HPG û 700 endamên YPS hene û şêwaza meşandina şer ji yê Cizîr û Silopiyê cuda ye.