Birîtanya: Me çek bo YPGê ne şandine

Aşkere kir ku, tenê di şerê li dijî DAIŞê bi rêya firokeyên esmanî re alîkariya wan hatiye kirin

K24-Navenda Nûçeyan

Qunsilê Giştî yê Brîtanyayê li Enqerê Richard Mora ragehand ku, wan çek bo Yekîneyên Parastina Gel(YPG) ne şandine û alîkariya nakin, da zanîn ku, YPGê PKKê yekin.

Derbarê vê mijarê duh, Qunsilê Giştî yê Brîtanya li Enqerê Richard Mora di hevdîtenekê de ligel sayta T24 ê Tirkiyê daxuyaniyek belav kir tê de wiha got:"Ti cudabûn di navbera YPGê û PKKê de nîne, Heger em biçin her ofîsek Yekîneyên Parastina Gel (YPG) wêneyêkî mezin ê Ebdullah Ocalan danîne, wate ew yek tiştin."

Mora da zanîn ku, wan çek bo Yekîneyên Parastina Gel(YPG) ne şandine, aşkere kir ku, tenê di şerê li dijî DAIŞê bi rêya firokeyên esmanî re alîkariya wan hatiye kirin.

Birîtanya yek ji welatên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê ye.