Opozîsyona Sûriyê bajarokê Tisîl kontirol kir

Di Pênşema borî de jî çekdarên opozîsyona Sûriyê bajarokekî stratejîk li ser sînorên Tirkiyê û Sûriyê ji DAIŞê kontirolkirin.

 

K24-Nevenda Nûçeyan

Grûpa Elwiya Seyf El-Şam a ser bi opozîsyona Sûriyê bajarokê Tisîl nêzîkî Parêzgeha Derayê ji destê çekdarên DAIŞê rigarkirin.

Derbarê vê mijarê de Rewngeha Sûrî ya Mafên Mirovan daxuyaniyek belav kir tê de wiha hate gotin: "Çekdarên opozîsyona Sûriyê di nav de jî Elwiya Seyf El-Şam di encama şer û pevçûnan di navbera wan û DAIŞê de karîn li başurê Sûriyê bajarokê Tisîl yê ser bi parêzgeha Derayê ve ji destê DAIŞê kontirko bikin."

Ji aliyê xwe ve jî Berdevkê grûpa Elwiya Seyf El-Şam Ebo Xeyas El-Şamî daxuyaniyek bo rojnameya El-Heyat belav kiri tê de wiha got: "Şerê me yê li dijî DAIŞê dê berdewam be het em hemû navçeyê jê rizgarbikin."

Herwiha El-Şamî ew şer bihimeta berfireh li dijî DAIŞê binav kir.

Di Pênşema borî de jî çekdarên opozîsyona Sûriyê bajarokekî stratejîk li ser sînorên Tirkiyê û Sûriyê ji DAIŞê kontirolkirin.