Kurtulmuş: Ti projeya me ya derxistina ji hemwelatîbûnê nîne

Heftiya borî serokomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan diyar kiribû, wê welatiyên ku, alîgiriya terorê dikin ji hemwelatîbûnê werin derxistin.

K24-Navenda Nûçeyan

Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyê Nûman Kurtulmuş diyar kir ku, ti xebatek wan ya ji bo derxistina welatiyan ya ji hemwelatîbûnê nîne û got, ger pêwîst bike, emê vê yekê bikin.

Heftiya borî serokomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan diyar kiribû, wê welatiyên ku, alîgiriya terorê dikin ji hemwelatîbûnê werin derxistin.

Li ser van axaftinên Erdogan, cîgirê Serokwezîrê Tirkiyê Nûman Kurtulmuş wiha got: "Hê jî ti xebateke wezareta dadê ya li ser derxistina ji hemwelatîbûnê tûne ye, lê ger pêwîst bike ev yek wê were kirin."

Nûman Kurtulmûş derbarê şer û pevçûnên di navbera Tirkiye û PKKê de jî wiha go: "PKK di dîroka xwe de weke vê demê piştgirî wernegirtiye. Ji derve gelek alîkariyê werdigire. Rêxistineke ewqas xelkê dikûje, lê li cîhanê weke hewariyê aştiyê tê nîşan dan."