Li Amedê 14e siyasetmedarên BDPê û KJAê hatin girtin

Parlementera Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) ya Amedê Çaglar Demîrelê ji bo Kurdistan24ê ragihand ku, operasyona polîsan derveyî qanûnê ye û ew vê yekê qebûl nakin.

K24-Amed

Li Amedê polîsên Tirkiyê bi ser avahiyên Partiya Herêman ya Demokratîk (DBP) û Kongreya Jinên Azad (KJA) de girtin û 14 rêvebirên herêmî û xebatkarên her du rêxistinan desteser kirin.

Derbarê vê mijarê Parlementera Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) ya Amedê Çaglar Demîrelê ji bo Kurdistan24ê ragihand ku, operasyona polîsan derveyî qanûnê ye û ew vê yekê qebûl nakin.

Ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve di çarçoveya lêpirsînekê de bi egera endambûyîna rêxistina terorî 14e siyasetmedar û xebatkarên BDPê û KJAê hatin desteserkirin.

Polîsan, li saet derdorê 05.00ê sibê avêtin ser malên endamên rêxistinên navborî û saziyên wan. Parlementera HDP-ê Çaglar Demîrelê bi taybetî ji bo Kurdistan24ê ragihand ku, "Bi destûra dozgeriyê dikarin lêgerînên wiha bêne kirin lê belê di vir de divê rêvebir bên agahdarkirin, lê bê agahdarkirina rêvebiran di partî û saziyê de bi awayekî deryasayî ev lêgerîn hatiye kirin, em qebûl nakin."

Demîrelê diyar kir ku, wan ji rêvebiriya ewlekariyê egera lêgerîn û desteserkirinê pirsîne lê heta niha bersîveke zelal nehatiyê dayîn.