Li Hezexê tîşortên Alaya Kurdistanê li ser hene hatin qedexekirin

Li du depoyên cilûbergan ên li Hezexê bi biryara Serdozgeriya Komarê tîşortên nivîsa 'Kurdistan, Alaya Kurdistanê û Bijî Newroz li ser hene hatin kom kirin.

K24-Şirnex

Li navçeya Hezexa Şirnexê bi biryara Dozgeriya Komarê li du depoyên cilan de tîşortên nivîsa Kurdistan, Ala Kurdistanê û Bijî Newroz li ser hene hatin kom kirin.

Li navçeya Hezexa Şirnexê roja 16ê Sibata 2016an qedexeya derketina derve hat ragihandin. Piştî qedexeyê şerûpevçûn di navbera şervanên Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) û artêşa Tirkiyê de derketin. Di şer û pevçûnan de ji herdu aliyan bi dehan kes hatin kuştin. Herwiha navçe bi temamî ji sivîlan vala bû.

Walîtiya Şirnexê roja 31.03.2016an di navbera saetên 04.30 û 21.30'an de qedexeya derketina derve rakir. Piştî rakirina qedexeyê hêjmarek zêde ya welatiyan vegeriyan Hezexê.

Li du depoyên cilûbergan ên li Hezexê bi biryara Serdozgeriya Komarê tîşortên nivîsa 'Kurdistan, Alaya Kurdistanê û Bijî Newroz li ser hene hatin kom kirin. Polîsan avêtin ser herdu cihên ku ew cil lê tên firotin û dest danîn ser 60 tîşortan.

Xwediyê wan depoyan jî ji bo dadgehê hatin vexwendin û îfadeyên wan hatin wergirtin. Piştî wergirtina îfadeyan, xwediyê wan depoyan hatin berdan. Xwediyê depoyan hatin hişyar kirin ku, firotina wan tîşortan hatiye qedexekirin û yê vî karî bikin, wê werin cezakirin.