CHP: Nabe AKPê bi tena serê xwe destûrê binvîsîne

Muxalefet dibêje ew destûra ku, bi destê AKPê were amadekirin dê piştgirya xwe ji parlamentoyê wernegire û herwiha dê ew destûr bibe destûra AKPê ne destûra vî welatî.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/4da0e91d-af80-4d61-a129-00e35063a426/PergalaSerokatiye.ism/manifest

K24-Enqerê

Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu bo pergala serokatiyê di destûra nû de cih bigire ferman da partiya xwe. Partiyên muxalefetê nerazîbûna xwe nîşanî vê yekê da ku hikûmet çêkirina destûra nû ya bi vî rengî gelekî hêsan dibîne.

Serokwezîr Davutoglu di civîna komisyona nivîsandina destûra nû de, beşdar bû û daxwaz kir ku, destûra were amadekirin pergala serokatiyê bingeh bigire ku, rê li ber Serokatiya Serokkomar Recep Tayyip Erdogan vebe.

Ev daxwaza Davutoglu li Parlamentoya Tirkiyê bû sedema nîqaşên tund. Partiyên muxalefetê dibêje ew naxwazin partiyek bi tena serê xwe nikare ewqasî hêsanî destûreke wiha amade bike.

Derbarê vê mijarê Endamê CHPê yê Komisyona Çêkirina Destûrê Ugur Bayraktutan wiha ji K24ê re got:"Destûr, qanûna bingehîn e. Ji çêkirina yaseyeke taybet wêdetir e. Hemû yaseyan di çarçoveya xwe de dihewîne. Sererastkirineke bingehîn e ku rejîma welêt destnîşan dike. Ji ber vê em red dikin ku ev ew bi destê hin kesan were nivîsandin û li ser parlamentoyê were ferzkirin."

Li aliyê din, partiyên muxalefetê pêwîstiyê bi wê yekê dibînin ku, destûr bi hemû pêkhateyên civakê re were gotûbêjkirin û paşê li gorî pêdiviyan were nivîsand. Lê belê AKP û MHPê li ber vê yekê wekî 2 partiyên rêgir dibîne.derbarê vê yekê Parlamenterê HDPê Mûslûm Dogan" Partiyên li vî welatî, li ser tuntî û rijandina xwînê siyasetê dimeşînin nikare îradeyeke dûrist derînin. Îradeya wan dê jinav biçe û têrê neke. Bo demokrasiyeke rastîn, pêdivî beşdarbûna pirrengiya civakî heye. Em wekî partî vê rast dibînin."

Muxalefet dibêje ew destûra ku, bi destê AKPê were amadekirin dê piştgirya xwe ji parlamentoyê wernegire û herwiha dê ew destûr bibe destûra AKPê ne destûra vî welatî.