Rûbirûbûna terorê û doza Filistînê mijarên lûtkeyê Îslamî ye

Di mazûvantiya Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan de, lûtkeya konfrensa Îslamî li Stenbolê dest pê kir. Serkirdeyên welatên Îslamî bi amanca eşkerekirina kar û xebatên 10 salên pêş me li hev civiyan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Di mazûvantiya Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan de, lûtkeya konfrensa Îslamî li Stenbolê dest pê kir. Serkirdeyên welatên Îslamî bi amanca eşkerekirina kar û xebatên 10 salên pêş me li hev civiyan.

13'emîn lûtkeya Îslamî bi beşdariya 56 nûnerên welatên Îslamî li navenda kongreya Stenbolê di serokatiya Tirkiyê de hate destpêkirin. Nûnerên welatên Îslamî seranserê 2 rojan hevdîtinan dê pêk bînin. Di civînan de dê hewlên bo yekalîkirina kêşeyên li welatên Îslamî û xurtkirina piştevaniya endamên teşkilata hevkariya Îslamî wê werin axaftin.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan dest nîşan kir, ku rêberên 56 welatan wek nûnerên 1 milyar û 700 milyon kesan tên ba hev. Erdogan wiha got: Di lûtkeyê de yekem mijara girîng doza Qudus û Filistinê ye. yekalîkirina kêşeyên li Sûriyê, Iraq û herêmê me peywira vê dezgehê ye. Welatên biyanî li gor berjewendiyên xwe bi çek û rêbazên derqanûnî mudaxele li Sûriyê dikin û ev yek dibe sedema aloziyê.

Dezgeha hevkariya Îslamî piştî şewitandina Mescîdî Aqsa di 21'ê Tebaxê sala 1969'an de di lûtkeya Rabatê de hat avakirin. 56 endam û 5 endamên çavdêriyê yên dezgehê hene. Tirkiye yekem car mazûvantiya lûtkeyê dike.