Ji parlamenterên CHPê re Gever “qedexe ye”

Parlamenterên CHPê yên ku li binpêkirina mafên mirovan ya li Bajarên Bakurê Kurdistanê lêkolînê dikin, xwestin biçin Geverê lê belê derbasbûna wan ya bo Geverê hate astengkirin. Endama şandeyê Şenal Sarihan nerazîbûna xwe nîşan da.

K24 – Navenda Nûçeyan  

Şandeya CHPê ya ji 7 kesan pêk dihat 40 kîlometreran dûrî Geverê hate rawestandin û bo çûna wan ya Geverê destûr nehate dayîn.

Endama şandeyê Şanal Sarihan astengkirina wan ya bo çûna Geverê wekî skandalekê nirxand û wiha nerazîbûna xwe nîşan da: “Em li Qereqola Jendermeyan ya Yenîkopruyê rastî berbenda leşkeran hatin. Leşkeran ji me gotin walîtiyê bo çûna we destûr nedaye. Paşê em çûn Colemergê û em digel Walî civiyan. Him Walî û him jî berpirsên leşkerî di gotinên xwe de ketin nakokiyê.”

Herwiha Sarihan  got jî: “Berpirsên leşkerî ji me gotin dê heta 3 rojan qedexeya derketina kolanan bi dawî bibe, lê Walî got heta 10-15 rojên din qedexeyê bi dawî bibe. Em gihaştin wê agahiyê ku li Geverê li hemberî 3 hezar û 113 malan operasyon hatiye kirin.”

Şanda CHPê, di 14ê Nîsnê de, li Diyarbekirê dest bi serdanan kirin û ragihandin ku ewê ji agahiyên bidest xistine raporekê amade bikin û li Parlamentoya Tirkiyeyê parve bikin.