Lezgîn: Hemû deriyên sînorî bi Rojava re vekirî ne

Endamekî Serikdeyatiya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) dibêje, hemû deriyên sînorî yên di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de vekirî ne, lê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) wan deriyan bo berjewendiyên xwe bikar tîne.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Endamekî Serikdeyatiya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) dibêje, hemû deriyên sînorî yên di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de vekirî ne, lê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) wan deriyan bo berjewendiyên xwe bikar tîne.

Endamê Encûmena Serikdeyatiya PDKê Serbest Lezgîn derbarê deriyên sînorî yên di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de ji K24ê re ragihand û got: “Deriyên sînorî di rojên teng û dijwar li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê her vekirî bûne. Deriyê Sêmalka ku yek ji wan dergehan e, bo karên mirovî û tenduristî ji aliyê rêxistinan ve bikar tên û tê re derbas dibin. Îro jî bi sedan ton pêdewîstî derbas bûne. Alîkariyên mirovî bo Rojavayê Kurdistanê dê berdewam jî bin.”

Derbarê derbasbûna birîndaran de, lezgîn got: “Derbasbûna birîndaran ji aliyê PYDê ve hate qedexekirin. Tenê birîndarek gihêşte Zaxo û çareserî bo wî tê kirin. Hin birîndarên din jî dixwastin derbas Başûr bibin bo çareseriya tenduristî wergirin, lê ji aliyê Asayişa PYDê ve rêgirî lê hatin kirin.”

Lezgîn got jî: “Li aliyê Rebîe 2 dergehên din bo Rojavayê Kurdistanê hatine vekirin, bo bêhtir alîkariya Rojava bê kirin, lê mixabin hêzên PYDê ji destpêkê û het niha de xwe li ser Rojavayê Kurdistanê xwe sepandiye û bîyî ku azadiyê bide xelkê Rojava yan aliyên din yên siyasî û siyaseteke takrewane û dîktetorane birêve dibe.”

Lezgîn amaje kir, ku ti pirsgirêk ji aliyê Başûrê Kurdistanê bo deriyên sînorî tune ne, lê PYDê wan deriyan bo berjewendiyên xwe bikar tîne, bêyî ku xelkê Rojavayê Kurdistanê sûdê jê werbigirin.

Lezgîn diyar kir jî, ku ji destpêka krîza Sûriyê de Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî hewlên xwe bo yekrêziya helwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê kirin, herwiha gelek rêkeftin di navbera aliyên siyasî yên Rojava wek Hewlêr1 û 2 û Dihok hatin îmzekirin, bo ew derfeta dîrokî li Rojava jidest neçe û gelê Kurd mafê xwe bidest bixe.

Li ser xwepêşandana ku îro li ber deriyê sînorî çê bûye, Lezgîn got: “Li gor zanyariyên min dora 200 sivîl ji hemû rêxistinên PYDê bûn, hatibûn deriyê Sêmalka û xwepêşandek kirin, dema kolana xendeqan bo parastina ewlehiya Başûrê Kurdistanê jî PYDê xwepêşandinine wisa kiribûn. Siyaseta PYD û PKKê li Rojavayê Kurdistanê dijayetiyekê aşkere li ser Herêma Kurdistanê dikin. 6 kes jî ji nava wan xwepêşanderan hatin û ligel berpirsê sînorê civiyan, lê piştî ew ji civînê derketin gotin, ku em dixwazin Pêşmergeyên Rojava derbasî Rojavayê Kurdistanê bikin.”

Lezgîn amaje kir jî, ku bi sedan ton alîkarî di pêş çavên wan xwepêşanderan re derbasî Rojava bûn, ango sînor vekiriye û nehatiye girtin.

Herwiha Lezgîn got jî: “Di startîjiyeta PKK û PYDê de, ku her kesê ku ne wan re be, ew wek xayîn têne binavkirin.”