Kirby: Leşkerên Amerîkî dê hêzên miyanrew perwerde bike

Amerîka radigihîne ku ew hêza nû ya ku Amerîka bişîne Sûriyê, tenê ji bo wê yekî ye, ku şervanên ku li dijî DAIŞê şer dikin perwerde bike, herwiha pesna rola hêzên Kurdî jî kir ku bi çavnetirsî rûbirûyî grûpên tundrew dibin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê John Kirby li Washingtonê derbarê şandina wan 250 efserên taybet ên artêşa Amrîkayê bo Sûriyê de ragehand ku, ew hêz tenê dê rola wan, alîkarîkirina wan hêzên miyanrew be, yên li dijî DAIŞê şer dikin, ji nava wan hêzên miyamrew jî, hêzên Kurdî ne.

Amerîkayê duh ragehand ku, bi armanca şerê li dijî DAIŞê Serokê wî welatî Barak Obama dê 250 leşkerî bişîne Sûriyê, ku hejmara hêza wê ya taybet li wê deverê bigehe 300 leşkerî.

Herwiha Kirby amaje kir, ku ew hêz beşdariyê di şer û operasyonan de nakin. Gut jî hêzên Kurdî şervanên çavnetiris in û bi azadane rûbirû DAIŞê dibin.