Ehmed: Ji dema ragihandina federalîzmê de deriyê Sêmalka girtî ye

Serkirdekî TEV-DEMê derbarê çalakiyên li dijî Serokê Herêma Kurdistanê de dibêje, gelek wêne li ser Facebookê têne belavkirin, ku bi riya bernameya “Photoshop” hatine çêkirin, divê ev jî nebe buhane ku deriyê sînorê bê girtin
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeya

Serkirdekî TEV-DEMê derbarê çalakiyên li dijî Serokê Herêma Kurdistanê de dibêje, gelek wêne li ser Facebookê têne belavkirin, ku bi riya bernameya “Photoshop” hatine çêkirin, divê ev jî nebe buhane ku deriyê sînorê bê girtin

Serkirdê di TEV-DEMê de Ebdilselam Ehmed ji K24ê re ragihand ku, deriyê Sêmalka ya di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de ji 16 Adarê de, ji dema ragihandina federalîzma Rojava û Bakurê Sûriyê de ji aliyê Başûrê Kurdistanê ve hatiye girtin.

Ehmed diyar kir ku, ti birîndar ji Rojava derbasî Başûrê Kurdistanê nebûne û hemû karînên çareserkirina tenduristî ji birîndaran re li Qamişlo hene. Herwiha Ehmed amaje kir jî, ku dibe hin birîndar di rêyên taybet re derbas bûbin.

Ehmed aşkere kir ku, ewê bixwe çûba Veinnayê, lê ji ber ku deriyê Sîmalka girtiye ew nikarîbû derbas biba.

Derbarê çalakiyên li dijî kesayetiya Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî ku li hin bajarên Rojavayê Kurdistanê birêve çûbûn de, Ehmed got: “Tirkiyê sînorê xwe bi me re girtiye, em bi wan re dibêjin ew dijmin e. DAIŞê rê li ser me girtiye, em ji wan re dibêjin dijmin e. Niha Sêmalka hatiye girtin, emê çi navî lê bikin?”

Herwiha Ehmed got jî: “Miletê me jî dipirse ku çima bi vê nêzîkbûnê ji me nîzîk dibe û bi çi çavî Başûrê Kurdistanê li Rojava dinêre, gava em di qonaxeke gelekî teng re derbas dibin.” 

Ehmed aşker kir ku, Serokê Herêma Kurdistanê alîkariya Rojava kir û Pêşmerge bo Kobanê şand . Lê Ehmed pirs kir jî çima niha deriyê Sêmalka girtiye.

Derbarê rêkeftinên ku di navbera TEV-DEM û ENKSê de ku bi serpereştiya Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî hatibû kirin, Ehmed got: “Rêza min ji canebê Serok re hene wek Serokê partiyeke Kurdistanî ya mezin. Herwiha rola PKKê û YNKê bo rêkeftinên Hewlêr 1 û 2 û Dihokê hebû, lê nedihat ku Serokê Herêmê bibe bi aliyekî re û têkeve xendeqa ENKSê.”

Herwiha Ehmed diyar kir jî, ku gelek wêne li ser Facebookê têne belavkirin, ew bi riya bernameya “Photoshop” hatine çêkirin, divê ev jî nebe buhane ku deriyê sînorê bê girtin.

Ehmed got ku, ev yek mînakek ya Serokê Sûriyê Beşar Esed tîne bîra me û got: “Hin kesên Kurd yên biyanî bo wergirtina nasnama Sûrî bi çalakiyan radibûn, lê Esed digot ku ew biryar li ser masê bû û minê îmze bikira û nasname bida Kurda, lê hûn derketin çalakiyê ez nema ez nasnameyê didim.”

Ehmed derbarê pêwendî û rêkeftina ligel ENKSê de ragihand ku, ENKSê nema ye, ew tenê bermayîya ENKSê ne û tenê 2 partî li Rojavayê Kurdistanê li derveyî federalîzma Rojava û Bakurê Sûriyê mane. Herwiha ti xalên hevpeş bi ENKSê nîn in ku ew bi hev re pêwendiyê bikin.