Sîrwan Hac Berko: Alîgirên Rêveberiya Xweser ARTA FM şewitandin

Dezgeha ARTA FM, bi fermî û bi muhleta ku, ji aliyê ragehandina Azad ya ser bi Rêveberiya Xweser ve wergirtiye li Rojavayê Kurdistanê karê xwe dike.

K24-Amûdê

Derengiya şeva borî li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê, agireke bi dezgeha Radiyo ya ARTA FM ket, di encam de avahiya dezgehê bi temamî şewitî, Rêveberê Giştî yê dezgehê jî Sîrwan Hac Bero hêzên ser bi Rêveberiya Xweser bi şewtandina dezgehê tometbar kir.

Derbarê wê şewatê Rêvberê  Giştî yê dezgehê Sîrwan Hac Bero li ser malpera femî ya dezgehê ragehand ku, derengiya şevê borî agir bi dezgeha ARTA FM ket, da zanîn ku, kesên ser bi Rêveberiya Xweser ve ew şewat pêkanîne.

Ji aliyê xwe ve rojnameya Buyerpress ya di nûçyekê de aşkere kir ku, çend kesên nenas Rêveberê cîbcîkar yê Radyoyê Serfqan revandine û ber bi dezgehê ve birine daku, deriyê sereke yê dezgehê veke, piştî ku, derkeh vekirine karmendên destê karmendan  girêdane û derketina odeya xwebexiş ya  Radiyoyê medeyên şewatê bi serxistine û dezgeh şewitandine.

Dezgeha ARTA FM, bi fermî û bi muhleta ku, ji aliyê ragehandina Azad ya ser bi Rêveberiya Xweser ve wergirtiye li Rojavayê Kurdistanê karê xwe dike.