Teqîneke bihêz bajarê Bursa ya Tirkiyê hejand

Li bajarê Bursa ya Tirkiyê, teqîneke xwekujî çê bû, di encamê de, kesek hate kuştin û 10 kesên din jî birîndar bûn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li bajarê Bursa ya Tirkiyê, teqîneke xwekujî çê bû, di encamê de, kesek hate kuştin û 10 kesên din jî birîndar bûn.

Li Bursa ya Tirkiyê, demjimêr 5: 30 teqîneke xwekujî li nêzîkî bazara girtî ya dîrokî li nêzîkî mizgefta Ulu Camî çê bû, ku di encamê de kesek hate kuştin û bêhtir ji 10 kesan birîndar bûn.

Li gor medyaya Tirkiyê, ku ew teqîn bi roya jineke xwekuj ya 25 salî ancam daye.

Piştî teqînê, hejmarek ji otombêlên hawarhatin û agirkujê û polîsan gihêştin cihê wê teqînê.