HSD: DAIŞê çekên kîmyayî li dijî me bikaranîy e

Hêzên Sûriyê ya Demokratîk(HSD) ji şervanên Kurd, Ereb û Xiristyan pêk tê, hêza wê ya serke jî Yekîneyên Parastina Gel(YPG) ye.

K24-Navenda Nûçeyan

Hêza Sûriyê ya Demokrtaîk(HSD) ragehand ku, çekdarên DAIŞê li bajarokê Şedadê çekên kîmyayî li dijî navendên wan bikaranîye.

Derbarê vê mijarê navenda ragehandinê ya Hêza Sûriyê ya Demokrtaîk(HSD) daxuyaniyek li ser malpera xwe belavkir, tê de wiha gotibû:"Di 26ê vê mehê çekdarên DAIŞê li gundê Taqa ser bi bajarokê Şedadê çekên kîmyayî li dijî navendên me li wê deverê bikaranîbûn."

Hêza Sûriyê ya Demokratîk(HSD) da zanîn ku, di encama bikaranîna wan çekên kîmyayî 15e çekdarên wan birîndar bûn û bo nexweşxaneyan hatin veguheztin.

Hêzên Sûriyê ya Demokratîk(HSD) ji şervanên Kurd, Ereb û Xiristyan pêk tê, hêza wê ya serke jî Yekîneyên Parastina Gel(YPG) ye.