Amerîka pêşandana terman ji aliyê PYDê ve şermezar kir

Toner di daxuyaniyeê de amaje bi raporên HRW û rêxistina Lêborîna Navdewletî (Amnesty) ên ku, PYD bi binpêkirina mafên mirovan tometbar dike kirbû.

K24-Navenda Nûçeyan

Wezareta Derve ya Amerêkayê pêşandana termên çekdarên grûpên ser bi Itîlafa Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê yên ku, di şerê Eyîn Diqne de hatine kuştin ji aliyê PYD ve,  li ser barhilgirekî li nava cadeyên bajarê Efrînê şermezar kir.

Çarşema borî şervanên Yekîniyên Parastina Gel(YPG) li bajarê Efrênê termê kuştiyên Artêşa Azad ya ser bi Itîlafa Opozîsyona Sûriyê yên ku, di şerê bajarokê Eyîn Diqne de hatine kuştin li ser pişta barligirekî li nav cadeyên bajarê Efrînê pêşandanbûn.

Derbarê vê yekê Berdevê Wezareta Derve ya Amerêkayê Mark Toner daxuyaniyek belav kir têde, pêşandana termên kuştiyan bi vî awayê şermezar kir. Da zanîn ku, Amerîkayê piştevaniya Kurdan li bajarê Efrînê nekirye.

Toner di daxuyaniyeê de huşdarî dabû PYDê û YPGê û amaje bi raporên HRW û rêxistina Lêborîna Navdewletî (Amnesty) ên ku, PYD bi binpêkirina mafên mirovan tometbar dike kirbû.

Ji aliyê xwe ve Emîndariya Giştî yaYekîneyên Parastina Gel(YPG) li bajarê Efrînê daxuyaniyek belav kir, tê de diyarkir ku, ew karê ku hatî kirin, karekî tekakes bû û ti pêwendiya wan pê nîne.