Îran: 5 zimanên biyanî dikevin nava sîstema xwendinê

Encûmena Bilind ya Perwedeya Îranê radigihîne, ji bilî zimanê Îngilîzî, 5 zimanên din yên biyanî dê bixine nava rêbaza xwendinê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Encûmena Bilind ya Perwedeya Îranê radigihîne, ji bilî zimanê Îngilîzî, 5 zimanên din yên biyanî dê bixine nava rêbaza xwendinê.

Cîgirê Serokê Encûmena Bilind ya Perwedeya Îranê Ehmed Abdînî ji ajansa “Mehr” re ragihand, her yek ji zimanên Almanî, Fransî, Îtalî, Îspanî û Rûsî dê tevlî bernameya xwendinê li Îranê bikin. Herwiha got ku, li gor nivîsareke pesendkirî ya Encûmena Bilind ya Perwerdeyê, gerek e pola fêrbûna her zimanekî ji 15 xwendekaran kêmtir nebe.

Abdînî diyar kir jî, tenê ti şîretek bo xwendina zimanên biyanî ji asta seretayî re nehatiye pesendkirin. lê ew di wê baweriyê de ne, ku asta seretayî û navendî ji bo fêrbûna zimanên biyanî guncawtirîn qonax in.

Biryara xwendina wan 5 zmanan li Îranê di demekê de hatiye, ku di hefteya derbasbûyî de Rêberê Komara Îslamî ya Îranê bi tundî xwendina zimanê Îngilîzî rexne kiribû.