Wezîr ê Saxlemî ya Kurdistanê, mizgînîyê dide tûşbû yên Talasîmîyayê

Li roj a Telasîmîya, wezîr ê Saxlemî ya hikumet a Herêm a Kurdistanê, dibêje: Di ayîndeyek a nêzîk de li Herêm a Kurdistanê Mox bo nexweş ên Talsîmîyayê dê çînin. Kesûkar ên nexweşan jî ûmîd hene bo çareserkirin a zaro yên wan û dibîjin: her malbatek ê zaroyek nexweş bi Talasîmîyayê hebe wek wê ye ku hemû malbat nexweş bin.

K24- Hewlêr

Dilopek a xwînê henaseyeke bo jîyanê, gelekin ew ên hemû jîyan a wan girêdayî evê nexweşîyê ne ku çareserkirin a wê heya niha girçin(zehemet- esteme)e, llê gelek caran hinek nexweşan baxt yare bo hinekan û  êdî  dê rizgar bin ji wergirtin a xwînê û kêmbûn a wê.

Talasîmîya nexweşîyek a zigmak a dirêjvekêşe, piştî jî yê sê mehîyê, nîşan ên wê li ba zaro xuya dibe. Bavek ku zaro yê wî helgir ê evê nexweîşyê ye, bi çavek a pirr ûmêd dibêje: Nekû yek kes, belkû malbatek bextewer nabe, eger ceger ê wî tûşî evê nexweşîyê bibe.

Li Herêm a Kurdistanê 2623 tûşbû  bi Talasîmîyayê hene, 511 kes jiwan derbideranin ku welat û bajar ên xwe ji tirs a tîror ê hêlane. Wezîr ê tendûristîyê mizgînîyê dide ku di ayîndeyek a nêzîk de çandin Mox li Kurdistanê dê bihê encamdan.

8ê Eyarê, ku roj a Talasîmîyayê ye, ev sal bo wan cejn û ûmêdek a mezine, hemû li benda çareseryî ne û çav ên wan li wê yekê ye jê ku hikumet a Herêm a Kurdistanê dawîyê b I wê çaverêyînî ya wan bihîne bi wan 150 hezar dînar ên ku mehane wek mûçe didin wan û heşt mehin newergitine.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/950cdc45-9de1-40a9-bb7c-fa36436939ef/wazer%20tandrwsty.ism/manifest