Li Dêrsîmê gerîlayên PKKê 3ê karker revandin

Piştî bûyerê li Dêrsîmê Artêşa Tirkiyê dest bi operasyonek berfireh kir.

 

K24-Navenda Nûçeyan

Partiya Karkerên Kurdistanê(PKK) li bajarê Dêrsîmê avêt ser şûnê avadaniyê û 3 karkeran revandin.

Li bajarê Dêrsimê navçeya Zerenikê endamên PKKyê rêya Pilûrê ji vegûhestinê re girtin û kontrola nasnameyan kirin. Ji alîkî din ve jî komeka din a gerîlayên PKKyê bi ser şûnê avadaniyê girtin û 5 otombîl û avahî şewitandin û 5 karkeran jî revandin. Endamên PKKyê piştî demekî 2 karkeran berdan.

Piştî bûyerê li Dêrsîmê Artêşa Tirkiyê dest bi operasyonek berfireh kir.