Li Mêrdînê pêşengeha zanyariyê ya TÛBÎTAKê hate lidarxistin

Herwiha welatiyên ku, beşdarî fûarê bûn jî diyar dikin ku ew gelek kêfxweş in ku, ligel şert û mercên zor û zehmet dîsa jî xwendekaran ev projeyene pêk anîne .
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/fb3562fa-b14f-439e-a20c-8dfabbc67367/LiMerdineFuaraZanyariyeHateVekirin-.ism/manifest

K24-Mêrdîn

Li bajaroka Qosera Mêrdînê, fûara zanyariyê  ya TÛBÎTAKê di dibistana Anafartalar  de hate lidarxistin. Zarokên  dibistanê bi dahênên balkêş  beşdarî fûarê bûn welatiyên ku hatine  fûarê jî eleqeyeke mezin nîşanî wan berheman dan. 

Di Fûara ku ji aliyê TUBITAKê ve hate organîze kirin û bi xebatên xwendekarê dibistana Anafartalar pêk hat de 32 projeyan cih girt. Midûrê Perwerdehiya Bajaroka Qoserê Mehmet Elî Az,midûrê dibistanê Ozcan Yildiz,mamosteyên dibistanê ,dayik û bavê xwendekaran,saziyên civakî û gelek welatî beşdarî fûarê bûn.

Fûar bi govenda koma xwendekarên dibistana Anafartalar destpekir û disa bi stranên koma xwendekaran berdewam kir.Pîştî govend û stranan jî bi merasîmekê fûar hat vekirin û xwendekaran tiştên ku çekirine dan nasîn.

Derbarê vê mijarê mamoste Tarik Yilmaz wiha ji K24ê re got:"Birastî em dixwazin her sal li her dibistanan fûara zanyariyê çêbibe û îro jî koma me ya  folklorê derket berhemên xwe nîşan dan û govend gerandin. Ji bo zarokan fûara zanyariyê zêde baş e. Zarok qet nebe xwe pêşve dibin."

Ev fûar îsal cara yekem lidar dikeve û di fûarê de armanc ev e ku xwendekar qabiliyetên xwe nasbikin û wan  pêşve bibin.

Derbarê vê yekê Midûrê Dibistana Îmam Xetîp Ozcan Yildiz wiha axifî:"Li  vê dibistanê cara yekem ev kar çedibê. Rêveberê dibistanê jî,mamosteyên wê jî û xwendevanên  wê hemûyan pîroz dikin,tiştekî balkêşe înşallah di pêş de ev xwendevanên me wê bibin mirovên zana,hunermend û wê mirovê bîrbir ji wa derkevin."

Mamosteyê dibistanê jî amaje bi wê yeke dikin ku wan ji bo ku xwendekar di pêşerojê de bigihin cihên baş, nezîkê 30 proje bihevre amade kirine.

Ji aliyê xwe ve Xwendekarekî kurdi wiha got:"Fûar çebû yanî asta dibistana me bilind dike. Nêrîneke nebaş derbarê dibistana me de hebû digotin na xebitin. Ji ber wilo hindekî nerînên wan jî hatin guhertin."

Xwendekarekî din jî wiha axifî: "Me ji plastîkan wesayît çekir,çekirina wan erzan e yek dikare li malê jî çêbike. Mirov ji xwe re çêbike pir başe."

Herwiha welatiyên ku, beşdarî fûarê bûn jî diyar dikin ku ew gelek kêfxweş in ku,  ligel şert û mercên zor û zehmet dîsa jî xwendekaran ev projeyene pêk anîne .Herwiha welatî hewla xwendekaran wek serkeftinek dinirxînin  û ji bo Qoserê wek rûmet dibînin.