Hevpeyman harîkar ên hêz ên Îraqê ne di opirasyûn a Felûce de

Gotebêj ê Hevpeyamnî ya Nêvdewletî dijî Daişê aşkera kir, firoke yên cengî yên Hevpeymanan di opirasyûn a kontirolvekirin a Felûce û pêşveçûnan de, harîkarî ya hêz ên Îraqî dikin û firoke yên wan çendîn bingeh û baregah ên Daişê li Felûce burdûman kirine.

K24- Hewlêr

Stîv Worin,  gotebêj ê Hevpeyman ên  Nêvdewletî dijî Daişê, di kongireyek a rojanmevanî de, ragehand: Ji roj a Yekşembîyê ve heya niha zêdetir ji 30 bingeh û baregeh ên Daişê li Felûce burdûman kirîne. Herweha zêdetir ji 4 hezar çekdar ên hozz ên Sunne yên parêzgeh a Enbarê jî pişikdarin di vê opirasyûnê de.

Ji alîyekê dî ve sebaret bi opirasyûn a Mûsilê, Stîv Warin aşkera kir ku rezamendî hatîye wergirtin ku hîlîkopter ên Epaçî pişkdar bi li şerr ê azadkirin a Mûsilê. Li ser kontirolvekirin a bajarok a Retbe li parêzgeh a Enbarê, Stîv Warin got: Çekdar ên Daişê li Retbe kinc ên jinan li xwe kirine û revîne.