"YPGê jî wek pêşmergeyan bûye hevpeymanê Amerîkayê"

Îlker Başbûx di çalakiya îmzekirina pirtûkeke xwe de li Îzmîrê wiha gotibû.

K24-Navenda Nûçeyan

Serfermandarê berê yê Artêşa Tirkiyê Îlker Başbux diyar kir ku, siyasetên şaş yên Tirkiyê hişt ku, YPGê bibe hevalbenda Amerîkayê. Başbûx anî ziman ku, çawa ji ber şaşiya me pêşmerge bûn hevalbendê Amerîkayê, îro, YPGê jî bi heman awayî bû hevalbendê wan.

Îlker Başbûx di çalakiya îmzekirina pirtûkeke xwe de li Îzmîrê wiha axivî. Başbux destnîşan kir ku, pirsgirêka serekî ya Tirkiyê terore.

Başbûx rexne li siyaseta Tirkiyê ya li hemberî Sûriyê kir û got, di encam wan şaşitiyan de YPG bû hevalbendê Amerîka û got: "Pêwîste Tirkiye, têkiliyên xwe yên ligel Sûriye, Êraq û Rûsyê asayî bike. Mixabin şaşiyên di siyaseta Sûriyeyê de hatin kirin, YPGê kir hevalbenda Amerîkayê. Îro, sibe Reqqa ji destê DAIŞê bê rizgarkirin dê rewşa wê çawa bibe? YPGê çû rojavayê Firatê yan na? Me heman tişt li Iraqê jî kir. Çawa li wê derê pêşmerge bûn hevalbendê Amerîkayê, li Sûriyê jî YPGê bû hevalbendê wan."