Barzanî serperiştî ya operasyûnê dike
K24- Hewlêr
Evro ber ê sipêdeyê hêz a Pêşmereg li mihwer a Xazir dest bi opirasyûnek a berfireh kirîne bo ser çekdar ên Daişê. Ezîz Weyîsî, fermandar ê fermandeyî ya Pêşmerge ya Zêrevanî bi Kurdistan24 rageand: Mesûd Barzanî serok ê Herêm a Kurdistanê û fermandar ê giştî yê hêz a Pêşmerge rastewxo serperiştî ya opersyûnê dike û hijmarek a mezin a Pêşmergeyan pişkdarin di opersyûnê de.
Amanc a serekî ya opersyûnê kontirolkirin a çend gund û dever ên ewê sinûrê ne û dûr xistn a Daişêye ji nahîye ya Xebat û dever ên derdor ê wê, ku di dem a bûrî de çekdar ên Daişê çend caran ew dever bi top û katyûşeyan burdûman kiribûn.
Heya niha Pêşmerge çend deverek li mihwer ê kontirol kirîne û li pêşveçûnê berdewame.