Kamuran Yuksek û Sebahat Tuncel bûn Hevserokên DBPê

Ev serê du hefteyan e ku, DBP bê hevserok mabû.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/bed30f77-fd1a-4bd7-b386-2f6432556747/-DBPKongre.ism/manifest

K24-Navenda Nûçeyan

Di Kongreya 4emîn ya Awarte de hilbijartına rêveberiya nû ya DBPê hate pêkanîn. Di encama kongreyê de Kamuran Yuksek û Sebahat Tuncel bûne Hevserokên Giştî yên nû yên DBPê. Ji nêvî bêhtir endamên Encûmena Partiyê jî ji jinan pêk hat.

DiKongreya 4emîn ya Awarte de hilbijartına rêveberiyan û ya DBPê hate pêkanîn. Di encama kongreyê de Kamuran Yuksek û Sebahat Tuncel bûne Hevserokên Giştî yên nû yênDBPê.

Ji nêvî bêhtir endamên Encûmena Partiyê jî ji jinan pêk hat.

Partiya Herêman ya Demokratîk kongreya xwe ya 4emîn ya Awarte bi lîsteyeke tenê lidarxist. Kamuran Yuksek ku niha di girtîgehê de ye ji nû ve bû Hevserokê Giştîyê DBP.

Herwiha Hevseroka berê ya Kongreya Gelan ya Demokratîk HDKê Sebahat Tuncel jî ji ber îstîfaya Emîne Ayna bû hevseroka nû ya partiyê.

Ji ber ku li tu cihên din ên Enqerê salona kongreyên ehate dayîn neçar man ku kongreya DBPê li Otela Park ya Buyukhanli li dar bixin. Zêdetirî hezar kesî beşdarî di kongreyê kir.

Ji Hevserokên HDPê bigirin heta yên Kongreya Gelan a Demokratîk, HDK, Dam û Dezgehên Civakî, Nûnerê Enqerêyê PDKê Omer Miranî û Konfederasyona Elewiyan û mêvanên biyanî yên ji Ewropayê, Dayikên Aştiyê û Dayikên Şemiyê jî di kongereyê de cih girtin.

Derbarê vê mijarê  Hevserokê Şaredarê Mêrdînê Ahmet Turk wiha ji K24ê re got:"Divê sedsalê de dixwazin gelê Kurd bêdeng bihêlin. Diwarê siyasî de, diwarê aborî de, di warê hiqûqî de, da ku Kurd negihîjin mafên xwe û jiyaneke azad. Ji ber vê yekê ev êrîşênh ovaneli ser gelê Kurd tê meşandin."

Di kongreyê de 675 delegeyan dengên xwe bi kar anîn. Di encama hilbijartinê de encûmana partiyê ya DBPê serdan pê guherî. Di rêveberiya nû ya DBPê de 30 jinan cihgirt. Di kongreya DBPê de li gel rêveberiyê rêziknameya navxweyî jî hate guherandin. Di rêziknameya nû ya partiyêde zêdetririn modela Xweseriya Demokratîk ya ku ji welatên Ewropayê wek nimûne hatiye wergirtin derdikeve pêş.

Ji aliyê xwe ve  Parlamenterê HDPê Osman Baydemîr wiha axifî:"Beriya her tiştî ev kongre Û hişmendiya ku divê kongreyê de ava bibe ez hêvî dikin ku bibe bingeh, bibestûn ji bona meşa azadiyê, meşa wekheviyê, meşa pêkanîna sulhekî bixêrî. Niha rewşa ku, kongre lê pêk tê, mixabin rewşekî gelekî zor, tûj û tahle."

Partiya Herêman ya Demokratîk di bin şer û mercên gelek dijwar de kongreya xwe bi dawî anî. 2 endamên encûmena wê li Cizirê di serdema dorpêça hêzên ewlekariyê de hatibûne kuştin. Herwiha li gel hevserokê wê 21 endamên encûmena partiyê girtîne û derheqê 49 endamên wê yên din de jî biryara girtinê hatiye derxistin. Ev serê du hefteyan e ku, DBP bê hevserok mabû.