Ebadî: Qonax a dûyê ya kontrolkirin a Felûceyê hat ragehandin

Heyder Ebadî fermandar ê giştî yê hêz ên çekdar ên Îraqê, li baregeh a fermande ya opersyûn ên Felûce ragehand: Qonax a Yekê ya pilan a rizgarkirin a Felûce serkevtîyane bi dumahî hat û qonax a dûyê destêkir.

K24- Hewlêr

Li gor axivtin ên Ebadî qonax a yekê, dorpêçkirin a Felûce û kontirolkirin a hemû ew dever ên derdor ê bajarok a Felûce bû û bo qonax a dûyê jî ferman hat dan ku hêz ên dijetîror ber bi nav bajarokê ve biherrin.

Li pêşvçûn ên duhî yên hêz ên Îraqê 120 çekdar ên Daişê hatîne kuştin û hijmarek a din jî birîdar bûne.