Daiş hevwelatî yên Felûce wek metal a mirovî bikar dihîne
K24- Hewlêr
Li gor zanîyarî yên rojanameyek a Birîtanîyayî, Daiş li Felûce 50 hezar hevwelatî wek metal mirovî bikar dihîne li beranber hêriş ên supa yê Îraqê û hêz ên Hevpeymanan.
Rojname ya Deylî Mîrer a Birîtanîyayî di çap a xwe ya evro de belav kirîye: Çekdar ên Daişê nêzîkî 50 hezar hevwelatî yên sivîl wek metal a mirovî bikar dihînin.
Rojnameyê nivîsîye: Piştî ku hêz ên Îraqê, hêrişkirine ser felûce û ew b ajarok dorpêç kirin, çekdar ên Daişê li pişt hevwelatîyan xwe pena didin û diveşêrin.
Li gor zanyarî yê Deylî Mîrer, ku ji zar dev ê Stîv Warin, gotebêj ê Hevpeyaman ên dijî Daişê, veguhaztîye: Li burdûman a firoke yên Hevpeymanan 70 çekdar ên Daişê hatîne kuştin û di nav wanan jî de Mahîr Bîlawî serkirdeyê Daişê li Felûce hatîye kuştin.