Makvalin: Felûce yeke ji bingeh ên serekî û bihêz ên Daişê ye lew ne sanahe
K24- Hewlêr
Fermandeyek ê serbazî yê Emerîkayê hoşdarîyê dide ku renge hêz ên Îraqê di navend a bajarok a Felûce de hevrûşî şerrek ê dijwar bibin.
Ceneral Şon Mekfalin, fermandar ê hêz ên Emerîka û Hevpeyamanan li Îraqê ragehand: Renge opersyûn a Felûce demek a zêdetir bibe ji wê dem a ku bo hatîye destnîşankirin. Aşkera jî kir ku hêz ên Îraqê heya niha rûbirûyê şerrekê weha nebûne wek ew a li Felûce heye, çunku Felûce yeke ji bingeh ên serekî û bihêz ên Daişê.
Herweha Cenerl Makvalin got: Serbaz ên Emerîkayî tenê rol a rawêkar dibînin li gel serbaz ên Îraqê û bi çi awayekê pişkdarî yê di wê opirasyûnê de nakin.
Di destpêk a operasyûn a Felûce de, berpirs ên bala yên hikumet û supa yê Îraq îraqê aşkera kirin ku hêz ên Îraqî bi lez pêşve diçin û kontirolkirin a ewê bajarokê hind nemaye.