Şandek a opizisyûn a Suryayê serdan a Kurdistanê kirin
K24- Hewlêr
Şandek a hevpeymanî ya nîştîmanî ya Suryayê bi serokatî ya Enes Ebde, serdan a Herêm a Kurdisatnê kirin û biryare ew şand li gel serok ê Herêm a Kurdistanê kom bibe.
Ew şand evro piştî nîvro gehiştin Hewlêr a Paytext a Herêm a Kurdistanê û Kurdistan24 ji çavkek haydar zanîçye ku ew şand sube li Hewlêrê li gel Mesûd Barzanî, serok ê Herêm a Kurdistanê kom bibe.
Her ewê çavkê bi Kurdistan24 ragehand: di çarçove ya serdan a Şand a opizisyûnê de, bo Herêm a Kurdistanê, ew şand Hevpeymanî ya Nîştîmanî ya Opizisyûn a Suryayê dê seredan a kempek a penaber ên Suryayê dike.