Li bajarê Silopî teqînek çêbû

Teqîn bi rêya otombîleka bombirêjkirîbû.

K24-Navenda Nûçeyan

Li bakurê Kurdistanê navçeya Silopiyê teqînek rûda 4 welatî canê xwe ji dest dan, 27 kes jî birîndar bûn.

Îşev, seat 19:00an de li bajarê Şirnexê navçeya Silopiyê bombeya ku, li ser rêya Hevreşîmê hatibû danîn dema otombîlên polîsan derbas dibû ji dûr ve hate teqandin.

Li gor zanyariyên pêşîn 4 welatî canê xwe ji dest dan, 22 welatî û 5 polîs birîndar bûne. Hat ragihandin piraniya birîndaran zarok in.

Piştî bûyerê hejmarek zêde ambûlans û hêzên ewlekariyê li cihê bûyerê hatin vegûhestin û operasyonek berfireh hate destpêkirin.