Encûmena Asayîşa Herêmê daxuyaniyek belav kir

Di heyama du rojên operasyonê de, 9 gund rizgarbûn, di nav de gundê Mûftî, Tel Eswed, Zehra Xatûnîya Serî, Zehra Xatûniya Binî, Tûlebend, Gezekan, Çamekûr û Werdek, ku pîvana wê dike 120 kîlomet çargoşe.

K24-Hewlêr

Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê daxuyaniyek derbarê serkeftina Hêzên Pêşmere û serkeftina operasyona serbazî ya pîşmerge li mihwerê sînorê Xazir belav kir.

Îro, 30.5.2016 demijmêr yekê piştî nîvro, operasyona berfireh a rojhelata Mûsilê bi dawî hat, di encam de leşkerê pêşmerge yê hêlî nû bervanîyek berçav nîşan dan.

Operasyonê armancên xwe yê sereke cîbecî kirin, tê de çendîn guhndên xwîşik û birayê Şebek û Kakayîyan rizgarkirin, herwiha erdeke berfireh kontirolkirin.

Di heyama du rojên operasyonê de, 9 gund rizgarbûn, di nav de gundê Mûftî, Tel Eswed, Zehra Xatûnîya Serî, Zehra Xatûniya Binî, Tûlebend, Gezekan, Çamekûr û Werdek, ku pîvana wê dike 120 kîlomet çargoşe.

Herwiha nêzîkî 140 çekdarên DAIŞê ji aliyê pêşmerge û firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî hatin kuştin, 14 bombeyên çandî hatin pûçkirin, tenê bombeyeka çandî teqiya lê ti ziyanê wê nebûn, ji aliyê xwe ve firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî 75 pêgehên çekdarên DAIŞê hatin armanc kirin, niha jî têmê taybet bi paqijkirina mayînan karê xwe dikin.

Hewriha Rewêjkarê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser Tiwitterê serkeftina Hêzên pêşmerge pîroz kir.