15 Baroyên Bakur banga aştî û aramiyê dikin

15 Baroyên Bakurê Kurdistanê bi daxuyaniyeke hevpar, mirina 4 sivîlên di teqîna li Silopiyê de canê xwe ji dest dane şermezar kirin û xwestin ku êrişên li ser jiyana mirovan êdî bi dawî bibin.

K24 – Diyarbekir

15 Baroyên Bakurê Kurdistanê bi daxuyaniyeke hevpar, mirina 4 sivîlên di teqîna li Silopiyê de canê xwe ji dest dane şermezar kirin û xwestin ku êrişên li ser jiyana mirovan êdî bi dawî bibin.

Di 30ê Gulana 2016an de li navçeya Silopî ya Şirnexê di encama teqandina bombeyekê de 4 sivîlan canê xwe ji dest dabûn û 5 jê polîs 19 kes jî birîndar bibûm.

Li ser vê bûyerê, Baroya Diyarbekir, Mêrdîn, Şirnex, Bîngol, Agirî, Êlih, Bedlîs, Dêrsîm, Colemêrg, Qers - Erdexen, Mûş, Sêrt, Riha, Wan, û Semsûrê daxwiyaniyeke nivîskî belav kir in û tê de wiha got in: “Em bi awayeke zelal vê êrişa li hemberî binpêkirina mafê jiyanê şermezar dikin û em dibêjin êdî bes e. Ji ber bûyeran civaka me di nava travmayekê de ye. Em propagandaya li ser mirina welatiyên me qebûl nakin.”

Di dawiya daxuyaniya xwe de baroyan, careke din banga aramî û aştiyê kirin.