Fûad Masûm daxwaza lêkolîna binpêkirinên Heşda Şeibî dike

Serokomarê Iraqê daxwaza avakirina komîteyekê kir, bo lêkolîna binpêkirina polis û Heşda Şeibî li hember xelkê bajarê Felûce.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Iraqê daxwaza avakirina komîteyekê kir, bo lêkolîna binpêkirina polis û Heşda Şeibî li hember xelkê bajarê Felûce.

Serokomarê Iraqê Fûad Masûm di hevdîtinekê de ligel Wezîrê Plandananê Selman Cumeylî û Parêzgarê Enbarê Subhî Rawî got: “Pêwîst e bi hemû awayan alîkariya bi penaberên Felûce were kirin û nabe bi çi awayekî be, tiştên derveyî qanûnê bi serê wan de were kirin.”

Herwiha Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Mark Toner jî ragihand, hikûmeta Iraqê soz da ye, ku komîteyekê bo lêkolîna li ser binpêkirina ku li dijî xelkê Felûce encam didin, ava bikin.

Ji aliyekî din ve, şêxên eşîreya Mihamîd di daxuyaniyekê de gotibûn, ku hikûmeta Iraqê beşdar e, bi encamdana tawanan li dijî welatiyên sivîl li Seqlawiye û Felûce û daxwaz kirin ku ew tawan pêşkêşî dadgehên navdewletî bibin.