Li Bakur daxwaziya aştiyê wek nan û av e

Bandora şer û pevçûnên li Bakurê Kurdistanê û li Rojhilata Navîn kêmderfetî û hêjarî zêdetir kiriye. Li konên fetarê yên li Diyarbekirê, bi hezaran welatî di remezanê de fetara xwe vedikin. Rêvebirên heremî jî dibêjin, jixwe derfetên mezin li Bakurê Kurdistanê tunebûn, ji ber şer jî koçberî û malwêranî zêdetir bûne. Ew jî, li gor derfetên xwe di konan de, fetarê didin.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Bandora şer û pevçûnên li Bakurê Kurdistanê û li Rojhilata Navîn kêmderfetî û hêjarî zêdetir kiriye. Li konên fetarê yên li Diyarbekirê, bi hezaran welatî di Remezanê de fetara xwe vedikin. Rêvebirên heremî jî dibêjin, jixwe derfetên mezin li Bakurê Kurdistanê tunebûn, ji ber şer jî koçberî û malwêranî zêdetir bûne. Ew jî, li gor derfetên xwe di konan de, fetarê didin.

Hevserokê Şaredariya Rezan yê Diyarbekirê Eşref Guler dibêje, bingeha konê fetarê bo 700 kesî hatiye çêkirin, lê hêjmara welatiyan ji hezarî derbas dibe. Her roj çar cure xwarin ku her roj tên guhartin di çadiran de didin û baldikşîne ku şerê li nav bajaran yê li Bakûrê Kurdistanê, bi gelek awayan neyînî bandor kiriye.

Guler ji K24ê re axivî û got: “Yanî însanan tenê canê xwe xilas kirine û hatine vî bajarî. Ev jî peywira me ye ku em li wan xwedî derkevin. Ev konên fetarê jî, bi kêmasî be jî, ji bo kesên maxdûr, bêkar û ku nan li mala wan tunebe, dikarin fetara xwe bi rihetî li vebikin.”

Fetar helbet ne tenê li çadiran, li xwaringehan jî tê vekirin. Em li xwaringeke biçûk dibin mêvanê çend welatiyên Diyarbekirê.

Cenktar Texin jî, piştî ku ji kar derketiye, ji bo ku fetara xwe vebike, hatiye vir. Ji berk u malbata wî, çune gund û ew li malê tenê maye, nexwestiye ku, bi tene xwarin bixwe. Ew jî, ji aloziyan dilnigare û dibêje em bes ji bo pêkhatina aştiyê diayan dikin.

Texîn dibêje: “Çareseriya ev xwîn û seknandina wê, ew e ku Kurdên me bibin yek, bi yek dengî, bi yek gotinekî, serbixwe xwe biparêzin û di welatekî neteqweyî de dîtina wan e.”

Di meha Remezanê de, li Bakurê Kurdistanê û Diyarbekirê jî, ji aliyekî ve, xema peyda kirina xwarinek germ û peydakirina pêwistiyên rojane berdewam e, lê li aliyê din, şer û alozî jî wek gefeke dijwar li ser hemû jiyana welatiyan berdewam e. Hêvî û daxwaziya welatiyan jî ew em ku jiyaneke normal bijîn.