Plana jinûavakirina Sûrê hat aşkerekirin

Wezîrê Bajarvanî û Hawirdorê yê Tirkiyê Mehmet Ozhasekî li Diyarbekirê di civînekê de “Plana Ji Nû Ve Avakirina Navçeya Sûrê” vegot. Li gorî ragihandina Wezîr, dê navçeya Sûrê li gorî esl û mîmariya xwe were avakirin û piştî ku proje bi dawî bû dê Sûr bibe stêrka Bakur.

K24 – Diyarbekir

Piraniya navçeya Sûrê di şer û pevçûnên di navbera hêzên ewlekariya Tirkiyê û şervanên Yekîneya Parastina Sivîlan (YPS) de wêran bûbû. Wezareta Bajarvanî û Hawirdorê jî ji bo ku Sûrê ji nû ve ava bike, projeyên ku amade kirine li Diyarbekirê bi civîneke çapemeniyê da nasîn.

Parlementer, parêzger, nûnerên saziyên sivîl û hejmarek karsaz beşdarî civînê bûn. Di civînê de Wezîr Bajarvanî û Hawirdorê yê Tirkiyê Mehmet Ozhasekî got: “Niştecihên Sûrê çawa bixwazin, emê li gorî dilê wan xizmeta wan bikin, yên bixwazin em ê xaniyên nû bidinê, yên bixwazin em ê bihayê xaniyên wan pere bidinê.  Emê Sûrê bikin cihekî wisa xweş dê gelek geştyar werin serdana Sûrê bikin. ” Piştî civînê wezîr, parêzger û parlementeran bersiva pirsên mêvanan yên li ser Sûrê dan.