Li ser pêşeroja Kurdan bandora têkiliyên Rojava û Başûr

Nakokiyên di navbera Başûrê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê de li ser têkiliyên herdu aliyan bandoreke menfî çê dikin. Ji ber van nakokiyan carcaran deriyê di navbera Başûr û Rojava de jî tê girtin. Siyasetmedar û Çavdêrên siyasî girtina deriyê di navbera Başûr û Rojava de li ser berjewendiyên kurdan weke xetereyekê dibînin.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/1e1abcde-2fc2-4f05-9619-0b8b594577b8/TekiliyenBasur%C3%9BRojava.ism/manifest

K24 – Diyarbekir 

Nakokiyên di navbera Başûrê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê de li ser têkiliyên herdu aliyan bandoreke menfî çê dikin. Ji ber van nakokiyan carcaran deriyê di navbera Başûr û Rojava de jî tê girtin. Siyasetmedar û Çavdêrên siyasî girtina deriyê di navbera Başûr û Rojava de li ser berjewendiyên kurdan weke xetereyekê dibînin.

Ev demek e, dergeha Pêşabûrê ya di navbera Başûr û Rojava de girtî bû. Dergeh carcaran ji aliyê PYDê ve carcaran jî ji aliyê Hukimeta Kurdistanê ve bi hincetên curbicur tê girtin. Nakokiyên di navbera herdu aliyan de dibin sedema girtina dergeha navborî. Ji bo ku nakokî ji holê rabin û xebateke hevbeş bê kirin hinek xebat hatin kirin lê hemî jî têk çûn.

Serokê Partiya Azadiya Kurdistanê Mustafa Özçelik bal dikşîne ser alîkariyên Başûr yên ji bo Rojava û sedema têkçûna xebatên hevbeş dixe stûyê rêvebiriya Rojava û ji K24ê re got: "Başûrê Kurdistanê di xalên hestiyar de, di rojên teng de, gelek alîkarî bo Rojava kirin.  Lê niha rêvebiriya li wê derê ku bi TEV-DEM û PYDê tê îfadekirin, gelek caran peymanên ku îmze kirin, pêk neanîn. Ev jî dibe sedema sereke, ku têkiliya him di nava Rojava de, him jî di nava Rojava û Başûrê Kurdistanê de têk biçin.

Di 16ê Gulana 1916an de di navbera Fransa û Birîtanyayê de peymana Sykes – Picot hate îmzekirin. Bi vê peymanê axa Kurdistanê ji hev qetiya. Li gorî siyasetmedaran ji ber ku 100 sal di ser vê peymanê re derbas bûye, êdî hukmê wê jî nemaye.

Serokê Partiya Sosyalîst A Kurdistanê Mesut Tek jî daxwaz dike, ku ji bo bikaranîna vê derfetê kurd yek bin û bi hev re kar bikin. Tek dibêje: "Di vê rewşê de hemî hêz û aliyên siyasî yên Kurd û Kurdistanî divê yek bin da ku ew xeletî û kêmasiyên ku bi Sykes – Pîcot hatibû çêkirin, careke din neyên dubarekirin."

Di navbera aliyên nakok de ji bo ku problemên heyî werin yekalîkirin,  pêwîst e di navbera aliyan de têkilî û dîyalog çê bibin, heke na, şer û pevçûn xwe dide pêş. Ji bo diyalog û hevkariyê li Hewlêr û Duhokê peyman hatin îmzekirin, lê herdu peyman jî têk çûn.

Serokê Platforma Demokratên Kurd  Sertaç Bucak jî nakokiyên di navbera herdu aliyan de ji bo pêşeroja herdu parçeyên Kurdistanê û ji bo berjewendiyên Kurdan weke xetereyekê dibîne û ji bo diyalog û hevkariyê bang li herdu aliyan dike.

Herwıha Bucak got: "Ez dibêjim pêwîst e, herdu alî gava aloziyek derket yan jî kêmasiyek derket wê meselê bi hev re bişopînin, bi hev re hewl bidin, bi hev re deng bikin û bi hev re bidin bistînin."

Siyasetmedarên Kurd dibêjin, başbûna têkiliyên Rojava û Başûr ji bo rakirina xetereyên li pêşiya kurdan pir girîng e. Di rizgarkirina Kobanî û Şingalê de yekîtiya Kurdan bûye sedema serkeftinê. Partî û rêxistinên li Bakurê Kurdistanê jî, ji bo ku birakujî çê nebe û xebatên hevbeş bêne kirin, dixwazin ku aliyên siyasî ên Kurd her tim di nava diyalog û hevkariyê de bin. Heke na, ditirsin ku destkeftiyên heyî jî ji nav herin.