Tarikûlû : “Hikûmeta AKPê bûye hikûmeta mirin û têkbirinê”

Parlamenterê Stenbolê yê (CHP) Sezgîn Tanrikûlû, li Diyarbekirê ragihand ku, li Tirkiyê, bes tabût, cenaze, şer û girtîgeh tên axaftin û navçe û bajar ji ber şer tên têkbirin û xirab kirin. Tanrikûlû, diyar kir ku hikûmeta AKPê bûye hikûmeta mirin û têkbirinê.

K24 – Diyarbekir

Parlamenterê Stenbolê yê (CHP) Sezgîn Tanrikûlû, li Diyarbekirê ragihand ku, li Tirkiyê, bes tabût, cenaze, şer û girtîgeh tên axaftin û navçe û bajar ji ber şer tên têkbirin û xirab kirin. Tanrikûlû, diyar kir ku hikûmeta AKPê bûye hikûmeta mirin û têkbirinê.

Endamê Rêvebiriya Navendî û Parlamenterê Stembolê yê Partiya Komarî ya Gel CHPê Sezgîn Tanrikûlû, rexne li rayedarên hikûmetê û Serokomar kir ku, Tirkiyê her diçe ber bi ciyekî xetertir de dibin. Da zanîn jî, ku dê ev tişt wiha berdewam neke, lê piştî vê serdemê jî bersûcên tawanên mirovahiyê jî dê bên darezandin û hesav bidin.

Tanrikûlû bal kişand, ku ji aliyê sazî û komeleyên navdewletî ve jî Tirkiye bi wan sûcan tên tawanbarkirin. Tanrikûlû anî ziman ku li Tirkiyê bawerî bi dozger, dadwer û dadgehan nemaye, destûr nemaye û rakêşî nakokiyên navbera civakê jî, her diçe xetertir û metisîdartir dibin.

Tanrikûlû, rexne li plansaziya îstimlakirinê jî kir, ku bi wê planê jî welatî careke din, bi alternatîfên desthilatdariyê tên sînor kirin û mafên wan tên binpêkirin. Tanrikûlû dazanîn ku divê ew plan bêy ku bi sazî û dezgehên heremî re û bi gel rê neyê gengeşî kirin, nekeve meriyetê.

Tanrikûlû bi derxistina destûra parêzbendiya ji bo leşkeran jî metirsîdar ragihand û anî ziman ku, peywirdarên civakî ger karên xwe bi destûrî bikin, jixwe pêdiviya wan bi wan zirxan tune ye. Lê di salên 1980-an û 90-an de diyar bû, ku parêzbendiyên bi vî rengî pêkhateyên baş peyda nake, rewşa xeter xetertir dike.

Rêvebirê CHPê Tanrikûlû, diyar kir ku, welatî ji şerê PKKê yê nav bajaran jî nîgaran e, lê ji kirinên hikûmetê bêzar û nerazî ye.