Altan Tan: HDPê parçe nabe û rexneyên min jî wê bidomin

Berî niha hatibû ragehandin ku, Altan Tan wê ji HDPê cûda bibe û partiyek nû ava bike.

K24-Navenda Nûçeyan

Parlamenterê HDPê Altan Tan diyar kir ku, HDPê parçe nabe, heta rojên zehmet derbas nebin wê rexneyên wê bidomin û ew ti carî ji HDPê cûda nabe.

Altan Tan tevlî bernameyeke CNN Turkê bû û derbarê îdiayên parçebûna HDPê de wiha got: "HDP parçe nabe. Tiştek wiha nîne ku, wê 5 yan 10 parlamenter partiyek nû ava bikin. Heta rojên zehmet derbas bibin, ezê rexneyan bikim, lê ez rêya xwe cûda nakim."

Piştî daxuyaniyên Altan Tan û rexneyên wî yên li hemberî HDPê, hevserokê HDPê rexneyên tûn lê girtibû. Demîrtaş derbarê Tan de wiha gotibû ku, yên dibêjin HDP li ser rêya xwe çûye bila qisûrê nenêrin ew bi xwe li ser rêya xwe çûne.

Berî niha hatibû ragehandin ku, Altan Tan wê ji HDPê cûda bibe û partiyek nû ava bike.