Grûpeke nenas Egîd Şahîn ji bajarê Dêrikê revandin
K24-Navenda Nûçeyan
Li bajarê Dêrikê grûpek nenas endamê Partiya Demokrata Kurdistanê li Sûriyê Egîd Şahîn girtin û ber biciheke ne diyar ve birin.
Li gor malbata wî çalakvanî şevê din, li cadeya ElHibûb li bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê grûpek nenas ku, ser û rûyê xwe veşartibû bi otombîleke reş endamê Partiya Demokrata Kurdistanê li Sûriyê Egîd Şahîn ji cadeya navborî revandin.
Egîd Şahîn ne tenê endamê PDK-S lê belê yek ji endamên Yekîtiya ciwanên Xêrikan bû, li gor malabata wî çarenivîsa kurê wan heta niha nediyare.
Di dema dawî yê de, diyardeya revandina çalakvan û girtiya endamên PDK-S û ENKS zêde bûye.