Li 13 gundên Liceyê qedexe hat rakirin

Parêzgariya Diyarbekirê ragihand ku, qedexeya kul i derdorê 13 gundên Liceya navçeya Diyarbekirê, di 18ê Hizîranê de hatibû ragihandin, di 19ê Hizîranê demjimêr 10:00-an de hatiye rakirin.

K24 – Diyarbekir

Parêzgariya Diyarbekirê ragihand ku, qedexeya kul i derdorê 13 gundên Liceya navçeya Diyarbekirê, di 18ê Hizîranê de hatibû ragihandin, di 19ê Hizîranê demjimêr 10:00-an de hatiye rakirin.

Parêzgariya Diyarbekirê, di daxuayniya nivîskî de, diyar kiriye ku, bi mebesta li wan hereman, kesên sivîl di operasyonan de zirar nebînin, di demjimêr 10:00ê 18ê mehê de li 13 gundan qedexe hatiye ragihandin û piştî ku operayon xilas bûne jî, îro ew qedexe hatiye rakirin.

Piştî ku li 13 tax û navçeyan, qedexe hatibû ragihandin di 18ê Hizîranê de, balafirên şer yên Tirkiyê li wan deran dest bi bombebaranê kiribûn. Bombebaran heta şev jî berdewam kirin.