Leşkerekî Rûsyayê li Sûriyê hate kuştin

Bi kuştina wî leşkerî hejmara kuştiyên leşkerên Rûsyayê li Sûriyê bûnee 11e leşkerî.

K24-Navenda Nûçeyan

Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê ragehandin ku, di şerê li dijî DAIŞê li bajarê Himsê leşkerekî wî welatî hate kuştin.

Derbarê kuştina wî leşkerî  Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê daxuyaniyek belav kir tê de, tekez kir ku, leşkerekî wê di dema karwaneke alîkariyên mirovî diparast daku derbasî gundekê li bajarê Himsê bibe, daku wan alîkariyan belav bikin, otombîlek li cihê belavkirina alîkariyan teqiya, di encam de leşkerê wan bi giranî birîndar bû.

Daxuyaniyê aşkere kir ku, ew leşkerê Rûsî piştî ku, hate veguheztin bo navenda Hemêmêm canê xwe ji dest da.

Bi kuştina wî leşkerî hejmara kuştiyên leşkerên Rûsyayê li Sûriyê bûnee 11e leşkerî.