UNHCR: 65 milyon penaber li cîhanê hene

Li gor rapora UNHCR li cîhanê her deqeyekê 6 kes ji cih û warên xwe koçber dibin.

K24-Navenda Nûçeyan

Komosyona Bilind a penaberan a ser bi neteweyên Yekbûyî ve(UNHCR) ragehand ku, hejmara penaber û derbiderên cîhanê yên ku,  ji encama şerûpevçûnan reviyane di sala 2015an giheştiye sata herî bilind ku, bûye 65.3 milyon penaberî.

Di rapora xwe ya salan e de, Komosyona Bilind a penaberan ser bi neteweyên Yekbûyî (UNHCR) ragehand ku, yekemîn cara hejmara penaberan li cîhanê derbasî 60 milyonan dibe.

Di rapora UNHCR de hatiye ku, ew hejmar giheştiye asta herî bilin û metirsîdar, da zanîn ku, her yek ji 113 kesan li cîhanê de di rewşa penaxwaziyê de ye.

Raopra UNHCR sedemên bilindbûna rêjeya penaberan li cîhanê li şerûpevçûn ku, li Somal, Sûda, kirîza Sûriyê didomin vegerand, herwiha nebûna çareserkirina pirsgirêkên wan penaberan.

Li gor rapora UNHCR li cîhanê her deqeyekê 6 kes ji cih û warên xwe koçber dibin.