Piştî 6 mehan ji girtinê lîstikvanê tîma Cîhad vegera himbêza dayîka xwe

piştî bidawîbûna qûnaxa 1ê ji xula Sûriyê ya fotbolê, di firokxaneya Şamê de hate girtin.

 

K24-Qamişlo

Piştî 6 mehan ji girtina kurê wê ji aliyê hêzên rêcîma Sûriyê ve, diya Goran xwe amade dike daku careke din kurê xwe himbêz bike.

Goran lîstikvanê tîma Cîhad a bajarê Qamişlo berî şeş mehan, dema ku, dixwest ji bajarê Şamê vegere Qamişlo piştî bidawîbûna qûnaxa 1ê ji xula Sûriyê ya fotbolê, di firokxaneya Şamê de hate girtin, hate radestkirin bû Artêşa Sûriyê bû, niha piştî 6 mehan dê û bavên wî dê rastiya dîtina wî bijîn piştî ku, hêviya dîtina kurê xwe qut kiribûn.
Mîna sedên ciwanên ku ji bo leşkeriya artêşa Sûriyê têne girtin, Goran bi malbat û hevalên xwere serpêhatiyên xwe parvedike, û dibêje ku hemû rengên alîkariyê jibo berdana ciwanan bê sûd û mifa ne, û tekez dike ku yê leşker bi kêmanî 2salan divabe leşkeriyê bike û ev yek metirsiyê li ser ciwanan çêdike nemaze yên xwendevan.
Ji beriya 5 salan ve û ji destpêka kirîza Sûriyê ve, bi awayekî rojane kempînên girtina ciwanan  bo leşkeriyê ji aliyê rêjîma Sûriyê ve têne meşandin, tevî biryarên qedexekirina girtina lîstikvanên fotbolê jî yên xula Sûriyê, Goran tenê  roj muhlet wergirtine, daku li cem kesûkarên xwe bimîne , li gorî yasaya Artêşa Sûriyê pêwîste careke din vegere û xizmeta xwe bi dawî bike, lê bi biryareke bê gûman Goran nema vedigere û nabe leşker di Artêşa Sûriyê de.