Kalkan gefa berferehkirina şer li Tirkiyê dixwe

Endamê Kunseya Rêvebir ya PKKê Duran Kalkan gefa berferehkirina şerê li dijî artêşa Tirkiyê û hêzn ewlekariyê dixwe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Endamê Kunseya Rêvebir ya PKKê Duran Kalkan gefa berferehkirina şerê li dijî artêşa Tirkiyê û hêzn ewlekariyê dixwe.

Endamê Kunseya Rêvebir ya PKKê Duran Kalkan di hevdîtineke telefizyonî ya nêzîkî PKKê de axivî û ragihand, ji niha û şûn ve, dê şerê gerîlayên wan li hemberî artêşa Tirkiyê û hêzên ewlekariyê li deşt û nava bajaran berferehtir bibe. Herwiha got ku, dê serhildana xelkê jî li Bakurê Kurdistanê dijwartir bibe.

Ji aliyê xwe ve jî, berpirsên payebilind yên Tirkiyê jî, bi berdewan tekeziyê li ser berdewamiya şer li dijî PKKê dikin.

Bi vê yekê jî ewa ku li ser helwesta Enqere û PKKê tê dîtin ku, ti nîşana çareserî û aramkirina rewşa li Bakurê Kurdistanê di rojevê de tune ye, ku niha şer û operesyon di navbera herdu aliyan de bi hemû dijwariya xwe berdewam dike.