Encûmena Asayişa Herêmê kuştina 2 berpirsên DAIŞê piştrast dike
K24 – Navenda Nûçeyan
Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê kuştina Wezîrê Darayî yê DAIŞê û berpirsekî çekdarî yê DAIŞê piştrast dike.
Wezîrê Darayî yê DAIŞê hatim Hemdom û serkirdeyê çekdarên DAIŞê Besam Sîna, di êrîşeke firokeyên şer yên Hevpeyamniya Navdewletî hatin kuştin.
Li gor zanyariyên K24ê, ku operesyona kuştina wan herdu berpirsên DAIŞê bi hevahengî û hevkariya Desgeha Dije Terorê ya ser bi Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê hatiye encamdan.