Qamişlo: Bo girtiyên siyasî mangirtinek birêve çû

Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûryê (ENKS) li bajarê Qamişlo bi merema berdana girtiyên siyasî ji aliyê hêzên asayişa Rojava ve mangirtenek lidar xist.

K24 – Navenda Nûçeyan

Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûryê (ENKS)  li bajarê Qamişlo bi merema berdana girtiyên siyasî ji aliyê hêzên  asayişa Rojava ve mangirtenek lidar xist.

ENKSê, Îro demjimêr 6ê êvarê mangirtenek li pêş Encûmena Xwecehiya Partî Demokrata Kurdistanê -  Sûriyê (PDK-S) birêve bir, ku tê de xwenîşandêran daxwaza serbestberdana girtyên siyasî kirin, yên ku di çend rojên borî de ji aliyê hêzên asayişa Rojava ve hatbûn girtin.

Herwiha, li gor xwepêşandêran, ku wan daxwaza rawestandina kiryarên PYDê di derheqê gelê Kurd de kirin û bang li Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) kirin ku, di zûtirîn dem de rêkeftina Dihokê ya ku bi serperiştiya Serokê Herêma Kurdistanê  Masûd Barzanî hatibû encam dan, cîbicî bike.

Hêzên asayişa Rojava di heyama vê  mehê de, bêHtrî 10 endamên ENKSê bi bihaneya qaçaxiyê û sazkirina çalakiyên bê mûhlet girtin. Serkirdeyên ENKSê jî dibêjin ku, girtin li ser bingehên siyasî têne kirin

Tê zanîn ku, li herêma Cizîrê endamê Pîlotbîroya PDKSê Ebdulkerîm Mihemed û endamê Pîlotbîroya Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê Enwer Naso hîn ji aliyê asayişa Rojava ve girtî ne. Herwiha li Efrînê jî endamê Komîta Navendî ya PDK-Sê Ebdilrehman Apo û bi dehan endamên PDK-Sê jî girtî ne.