Mihemed: Ti girtiyên siyasî di zîndanên asayişê de tune ne

Serkirdeyekî TEV-DEMê derbarê girtina endam û serkirdeyên ENKS û PDK-Sê de dibêje, girtina endamên ENKSê karekî baş e û rêzgirtin ji zagon û yasayên Rêveberiya Xweser re ye.
kurdistan24.net

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Serkirdeyekî TEV-DEMê derbarê girtina endam û serkirdeyên ENKS û PDK-Sê de dibêje, girtina endamên ENKSê karekî baş e û rêzgirtin ji zagon û yasayên Rêveberiya Xweser re ye.

Serkird di Tevdemê de Telal Mihmed derbarê girtiyên siyasî yên partiyên ENKSê de ji K24ê re ragihand ku, ti girtiyên siyasî di zîndanên asayişa Rojava de tune ne, ji ber ku li gor zagonên Rêveberiya Xweserî divê her xwepêşandek birêve here, pêwîst e muhletê werbigire.

Mihemed got: “Karê ku tê kirin karekî baş e, ji ber ku em vegerin berî 2011an de û em pirs bikin, çima rêjîma Beis kesên siyasî nedigirtin? Ji ber ku yên siyaseta Sûriyê birêve dibir, desgehên ewlekariyê bûn, dema desgehên ewlekariya Sûriyê kesên siyasî nedigirtin, hesabên wan yên ewlehiyê hebûn. Yê me wek rêzgirtin ji zagon û dezgehên me re, dezgehên me bi azadî karên xwe dikin.”

Mihemd got jî: “Girtina van kesan ne şaşîtî ye, lê belkî awayê ku pê hatine girtin şaş bû ku bi şevê hatibûn girtin, divê bû bi roj şandibana dûv wan û girtibana. Lê ji mafê asayişê ye ku van kesan bigire.”

Derbarê pirsa ku ev kesên têne girtin, kesine naskirî ne û dibêjin ew beşdarî dariştina yasayên Rêvebriya Xweser de, loma têne girtin û tuhmetên qaçaxiyê ji wan re têne çêkirin. Mihemed diyar kir, ku di girtinên vê dawiyê de ev tuhmetên qaçaxiyê tune ye. Tuhmetên wan wernegirtina muhletên xwepêşandanan e.

Derbarê çarenivîsa kesên hatine girtin de, Mihemed da zanîn ku, ewê bo dadgehê bêne veguhastin û dadgeh dê di derbarê wan de cezayê bide. Herwiha li gor Mihemed ku girtina wan kesan ne zêdetirî 6 mehan e.

Mihemed diyar kir jî, ku girtina van kesan rêzgirtinek e ji zagonên Rêveberiya Xweser re ye û rewşê berve xerabûnê ve nabe.