Yûsif: Vekirina deriyê Sêmalka bo alîkariya Rojava bû

Piştî vekirina deriyê Sînorî yê Pêşabûr li pêş kelûpelên xwarinê û bazirganiyê, Rêveberiya deriyê Sêmalka ya ser bi Rêveberiya Xweser li Rojavayê Kurdistanê, bacê li ser derbasbûna pez stand.
kurdistan24.net

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Piştî vekirina deriyê Sînorî yê Pêşabûr li pêş kelûpelên xwarinê û bazirganiyê, Rêveberiya deriyê Sêmalka ya ser bi Rêveberiya Xweser li Rojavayê Kurdistanê, bacê li ser derbasbûna pez stand.

Hevrêzê Giştî yê Tevgera Çaksazî ya Kurd li Sûriyê Feysel Yûsif derbarê deriyê sînorî ya Sêmalka de ji K24ê re ragihand, gava deriyê sînorî bê sepandina baca gumrikê hate vekirin, ji ber rewşa xirab ya gelê Rojavayê bû, gava baca gumrikê li bazirganan tên sepandin, bi rengekî din bandorê li melet tê kirin.

Yûsif amaje kir ku, gava Başûrê Kurdistanê ev derî vekir, ji dilpakiyekê bû û bo alîkariya mirovî miletê Kurd yê Rojavayê Kurdistanê bû.

Piştî vekirina deriyê Sînorî yê Pêşabûr li pêş kelûpelên xwarinê, û bazirganiyê, Rêveberiya deriyê Sêmalka ya ser bi Rêveberiya Xweser li Rojavayê Kurdistanê, bacê li ser derbasbûna pez werdigire.