Nerîn ên perlemantaran li ser êrîş a firgeh a Istanbolê

Rojeva sereke ya parlamentoya Tirkiyê êrîşa DAIŞê ya li Balafirgeha Ataturk ya Stenbolêbû.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/cf314303-5770-431d-ae03-1e64e30277f6/ErisaLiBalefergehe-.ism/manifest

K24-Enqere

Rojeva sereke ya parlamentoya Tirkiyê êrîşa DAIŞê ya li Balafirgeha Ataturk ya Stenbolêbû.

Êrîşa ku di encamê de 41 kesan jiyana xwe ji dest dan û 239 kes jî birîndarbûn, ji aliyê hemû partiyan ve hate şermezarkirin.

Parlamenterên AKPê diyar kir ku êrîş ji aliyê hêzên biyanî hatiye kirin ku naxwazeTirkiye bi pêş ve biçe. Parlamenterê CHPê Bariş Yarkadaşjî bal kişand li ser kêmasiya bergiriyan û diyar kir ku wan raporeke ji 250 rûpelan pêktê radestî Serokê Komisyona Parlamentoya ya Îstixbarat û Ewlehiyêkiriye ku têde xebatên DAIŞê yên li Tirkiyê cih digire. Lê belê rapor hatiye paşguhkirin.

Barişyar kadaş- Parlamenterê CHPê got:"Dosyeya berfireh ya kutê de behsa xebatên DAIŞê yên li Tirkiyêtê kirin, niha li komisyonê ye. Didosyeyê de agahiyên wiha heye ku yek bibihîze dêbêje em li welatekî çawa dijîn. Lê mixabin, desthilatdari ya AKPê, bersivê nade wan pirsên me yên derbarê DAIŞê de."

Partiyên muxalefetê dibêjin welatî baş tê kontrolkirin ku heta li nava porê wan digerin, lê di gel vê yekê çawa çê dibe ku terorîst çalakiyên wiha li dar bixe. Herwiha bang li Wezîrê Karên Navxweyî hate kirin ku demildest îstifa bike.

Fahrettin OguzTor-ParlamenterêMHPê dibêje:"Gelo çawa her sê êrîşkar xwe gîhandin heta balefirgeha Stenbolê. Heger hûn bêjin kêmasiya ewlehiyê di vê êrîşê de nîn e naxwe hûn rast nabêjin."

Parlamentera HDPê Çaglar Demirel jî dest nîşan got di gel ku ew parlamenterin lêgerîna li ser wan bi awayekî cidîtê kirin, lê çawa rê li ber êrîşkaran nayê girtin. Demirel Hêzên Ewlehî û Îstixbarat wek berbirsiyarê êrîşê destnîşan kir.